Hizûra Îranê li nîşangeha navnetewî ya Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i297961-hizûra_Îranê_li_nîşangeha_navnetewî_ya_bexdayê
Dewra 45-an a nîşangeha navnetewî ya Bexdayê bi pişkdariya kompaniyên Komara îslamî ya Îranê û 17 welatên cîhanê destpê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 10, 2018 15:33 Asia/Tehran
  • Hizûra Îranê li nîşangeha navnetewî ya Bexdayê

Dewra 45-an a nîşangeha navnetewî ya Bexdayê bi pişkdariya kompaniyên Komara îslamî ya Îranê û 17 welatên cîhanê destpê bû.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Dewra 45-an a nîşangeha navnetewî ya Bexdayê îro şemiyê bi pişkdariya kompaniyên Komara îslamî ya Îranê û 17 welatên cîhanê destpê bû û Îrec Mescidî baylozê Komara îslamî ya Îranê li Iraqê jî pişkdariya vê rêûresmê kir û qurfeyên taybet ên kompaniyên îranî bi hizûra wî xebata xwe destpê kirin..

Nasir Bêhzad berpirsê karûbarên ticarî li baylozxaneya Îranê li Bexayê jî li vê nîşangehê got: 53 kompaniyên îranî li pişkên curbicur ên vê nîşangehê pişkdar in.

Dewra 45-an a nîşangeha navnetewî ya Bexdayê ji îro şemiyê bi pişkdariya 17 welatên cîhanê ji wan Komara îslamî ya Îranê, Sûriye, Fransa, Alman , Spaniya, Mecaristan, Pakistan, Hindûstan, Urdin, Misr, Filistîn û Tûnisê û zêde ji 20 saziyên xwecî û nîzikî 700 kompaniyên ku li babetên curbicur dixebitin destpê bû.

Welatên derdora Kendava Farsê pişkdariya vê nîşangehê nekirin.