Berteka Bexdayê li hemberî boykotên Amerîkayê li dij Îranê
Wezareta karên derve ya Iraqê, beyannama baylozxana Amerîkayê li Bexdayê ya derheq boykotên yekalî û neqanûnî yên Amerîkayê li dij Îranê dijî qayide û qirarên dîplomatîk û neqanûnî da zanîn.
Kanala Al-Alamê ragihand ku Wezareta karên derve ya Iraqê, duh êvarê bi weşandina beyannameyekê ragihand ku Iraq dijî destwerdana Amerîkayê li karûbarên navxwe yên vî welatî, bi taybet jî destwerdana li karûbarên derheq pêwendiyên Iraqê bi cînarên wê re ye. Herwiha Iraq mudaxileya Amerîkayê li reformên ewlekariyê yên Iraqê û damezirandina hêzên ewlehiyê yên bin fermana serokwezîriya Iraqê û fermanetiya giştî qebûl nake û ti îzneke destwerdanê li van babetan nade waşîngtonê.
Berî naha balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê beyanameyek derxist û di wê beyanameyê de daxwaza bêçek kirina Heşdî Şeibî kir û herwiha di wê beyannameyê de desnîşan kir ku bi zûtî dewra nû ya boykot û zext û zorên ser Îranê despê dibe û ji hikûmeta Iraqê xwest ku hevkariyên aborî bi Îranê re kêm bike û qaşo destwerdanên Îranê yên li Iraqê bi dawî bîne.