Hêzên ewlekariyê yên Iraqê sînorê navbera vî welatî û Sûriyê diparêzin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i297751-hêzên_ewlekariyê_yên_iraqê_sînorê_navbera_vî_welatî_û_sûriyê_diparêzin
Hêzên ewlekariyê yên Iraqê ji bo parastina ewlehiya sînorê navbera Iraq û Sûriyê li ser sînor hat damezirandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 04, 2018 08:37 Asia/Tehran
  • Hêzên ewlekariyê yên Iraqê sînorê navbera vî welatî û Sûriyê diparêzin

Hêzên ewlekariyê yên Iraqê ji bo parastina ewlehiya sînorê navbera Iraq û Sûriyê li ser sînor hat damezirandin.

Televîziyona El-Iraqiye duh ragihand ku berdevkê Fermandetiya Operasiyona Hevbeş ya Iraqê Yehya Resûl got: Hevdemê damezirîna yekîneyên artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şebî li ser sînorê navbera vî welatî û Sûriyê, balafirên şêr ên Iraqê jî çend bargeh û pêgehên DAIŞê di nav axa Sûriyê de bombebaran kirin.

Yehya Resûl got: Di encama bombebarana hanê terorîstên DAIŞê neçar man ku 5 Kîlometran ji sînorê Iraqê dûr kevin û ewlehî li ser sînor damezire.

Fermandarê Operasiyona

El- Cizere û El-Badiye ya Iraqê jî got: Kamera û balafirên teselîkirinê yên Iraqê sînor xistine bin çavdêriya xwe û artêşa Iraqê jî bi amûr û wesayîtên tam û tekûz li ser sînor damezirîne û taqbûra nehem a artêş jî bona piştgiriya ji yekîneyên ewlekariyê gihêştiye ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê.

 Piştî ku koma terorîst a DAIŞê li van rojên dawiyê xwe gihandin ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê, hin karzanên siyasî û leşkerî diyar kirin ku eva liv û tevgerek e ku Amerîka ji bo parastina DAIŞê cih tîne.