Hêzên ewlekariyê yên Iraqê sînorê navbera vî welatî û Sûriyê diparêzin
Hêzên ewlekariyê yên Iraqê ji bo parastina ewlehiya sînorê navbera Iraq û Sûriyê li ser sînor hat damezirandin.
Televîziyona El-Iraqiye duh ragihand ku berdevkê Fermandetiya Operasiyona Hevbeş ya Iraqê Yehya Resûl got: Hevdemê damezirîna yekîneyên artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şebî li ser sînorê navbera vî welatî û Sûriyê, balafirên şêr ên Iraqê jî çend bargeh û pêgehên DAIŞê di nav axa Sûriyê de bombebaran kirin.
Yehya Resûl got: Di encama bombebarana hanê terorîstên DAIŞê neçar man ku 5 Kîlometran ji sînorê Iraqê dûr kevin û ewlehî li ser sînor damezire.
Fermandarê Operasiyona
El- Cizere û El-Badiye ya Iraqê jî got: Kamera û balafirên teselîkirinê yên Iraqê sînor xistine bin çavdêriya xwe û artêşa Iraqê jî bi amûr û wesayîtên tam û tekûz li ser sînor damezirîne û taqbûra nehem a artêş jî bona piştgiriya ji yekîneyên ewlekariyê gihêştiye ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê.
Piştî ku koma terorîst a DAIŞê li van rojên dawiyê xwe gihandin ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê, hin karzanên siyasî û leşkerî diyar kirin ku eva liv û tevgerek e ku Amerîka ji bo parastina DAIŞê cih tîne.