Veşartgeha terorîstan hate dîtin û 12 DAIŞ`î li Samêrayê hatine girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i297679-veşartgeha_terorîstan_hate_dîtin_û_12_daiŞ_î_li_samêrayê_hatine_girtin
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji peydakirina veşartgeha endamên Koma Terorîst a DAIŞ`ê û girtina 12 terorîstan li Samêrayê li parêzgeha Selahedînê agahî dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 02, 2018 12:56 Asia/Tehran
  • Veşartgeha terorîstan hate dîtin û 12 DAIŞ`î li Samêrayê hatine girtin

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji peydakirina veşartgeha endamên Koma Terorîst a DAIŞ`ê û girtina 12 terorîstan li Samêrayê li parêzgeha Selahedînê agahî dan.

Li gorî rapora Sûmeriye News`ê, Yehya Resûl, berdevkê Navenda Ragihandina Ewlehiya Iraqê, îro îniyê li daxuyaniyekê herwiha got: Hêzên ewlehiyê yên Iraqê herwiha karîne veşartgeheka DAIŞ`ê ya li navça Seyîd Xerîbê li parêzgeha Selahedînê bi hemî çek û rextên têde peyda bikin û zevt bikin.

Duh pênşemê jî Sefa Saidî, fermandê operasyona Selahedînê li Heşda Şeibî ya Iraqê, ragihand ku 11 endamên Koma Terorîst a DAIŞ`ê hatine kuştin û çepera wan a li mnvaça Wadî Sersarê li parêzgeha Enbarê hatiye rûxandin û kawilkirin.

Tevî şikesta koma Terorîst a DAIŞ`ê li Iraqê, hîn hejmarek ji endamên vê koma terorîst li navçeyên curbicur ên vî welatî mane û bi awayekî perate û berbelav kiryarên terorîstî cih tînin.