Veşartgeha terorîstan hate dîtin û 12 DAIŞ`î li Samêrayê hatine girtin
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji peydakirina veşartgeha endamên Koma Terorîst a DAIŞ`ê û girtina 12 terorîstan li Samêrayê li parêzgeha Selahedînê agahî dan.
Li gorî rapora Sûmeriye News`ê, Yehya Resûl, berdevkê Navenda Ragihandina Ewlehiya Iraqê, îro îniyê li daxuyaniyekê herwiha got: Hêzên ewlehiyê yên Iraqê herwiha karîne veşartgeheka DAIŞ`ê ya li navça Seyîd Xerîbê li parêzgeha Selahedînê bi hemî çek û rextên têde peyda bikin û zevt bikin.
Duh pênşemê jî Sefa Saidî, fermandê operasyona Selahedînê li Heşda Şeibî ya Iraqê, ragihand ku 11 endamên Koma Terorîst a DAIŞ`ê hatine kuştin û çepera wan a li mnvaça Wadî Sersarê li parêzgeha Enbarê hatiye rûxandin û kawilkirin.
Tevî şikesta koma Terorîst a DAIŞ`ê li Iraqê, hîn hejmarek ji endamên vê koma terorîst li navçeyên curbicur ên vî welatî mane û bi awayekî perate û berbelav kiryarên terorîstî cih tînin.