Sînorên Iraq û Sûrîyê niha tam ewleh in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i297671-sînorên_iraq_û_sûrîyê_niha_tam_ewleh_in
Berdevkê Navenda Ragihandinê ya Nûçeyên Ewlehîya Iraqê ragihand ku sînorên Iraq û Sûrîyê niha tam ewleh in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 02, 2018 09:46 Asia/Tehran
  • Sînorên Iraq û Sûrîyê niha tam ewleh in

Berdevkê Navenda Ragihandinê ya Nûçeyên Ewlehîya Iraqê ragihand ku sînorên Iraq û Sûrîyê niha tam ewleh in.

Yehya Resûl li ser sînorê Iraq û Sûrîyê got: Hêzên Artêş û Heşdi Şeibî ji bo bersivdayîna li hemberî her liv û tevgereke têrorîstî li sînorên hevpar ên her du welatan tam amade ne.

Qasim Al Eirecî serokê Sazîya Ewlehîya Netewî ya Iraqê jî vekişîna Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) û berfirebûna liv û tevgerên têrorîstên DAIŞ`ê li rojhilata Dêrezorê ecêb da zanîn.

Berî vîya Fermandeyê Opêrasyona Heşdi Şeibî li mêhwera rojavaya Al Anbarê jî basa xurtkirina hêzên gelanî li sînorên Iraq û Sûrîyê kiribû û li gorî gotina wî, bi dû serdestîya koma têrorîst a DAIŞ`ê li hin deverên di bin kontrola hêzên HSD`ê da, Heşdi Şeibîyê hêzên xwe li sînorê Iraq û Sûrîyê xurt kirin.