Heşda Şeibî: Berpirsên DAIŞ`ê ku êrîşî HSD`ê kiribûn, hatin kuştin
Navenda Hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê ragihand, her du berpirsên êrîşa li ser HSD`ê, ku fermandarên DAIŞ`ê ne, di topbaranekê de li ser sînor hatine kuştin.
Navenda Hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê ragihand, ku hêzên wan ew çekdarên DAIŞ`ê ku berpirsyarê êrişa ser hêzên HSD bûn kuştine.
Di daxuyaniyekê de, Heşda Şeibî dibêje, piştî ku zanyariyên hûr bi dest wan ketine ku sê komên DAIŞ`ê li nêzîk Baxozê bi cih bûne, hêzên wan ew her sê kom topbaran kirine.
Heşda Şeibî dide xuyakirin, ku di topbarankirinê de, her du fermandarên DAIŞê yên bi navê Ebû Seyaf û Ebû Leys hatine kuştin.
Li gorî daxûyanîya Heşda Şeibîyê, wan her du fermandaran serpereştiya êrîşên li dijî hêzên HSD`ê yên vekişiyayî dikirin.
Heşda Şeibî diyar kir, ku firqeya 8`ê ya artêşa Iraqê zaniyarî derbarê cihê wan komên DAÎŞ`ê de dabûn Amerîkiyan, lê Amerîkiyan li wan çekdaran nedan.