Heşda Şebî: Hejmarek ji serkirdeyên DAIŞ`ê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i297612-heşda_Şebî_hejmarek_ji_serkirdeyên_daiŞ_ê_hatin_kuştin
Heşda Şebî ya Iraqê ragahnd: Sebebkarên êrişa ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji serkirdeyên koma tarorîstî ya DAIŞ`ê bûn ku li oprasyoneke topxaneyî li navçên sînorî navbera Iraq û Sûriyê hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 31, 2018 13:19 Asia/Tehran
  • Heşda Şebî: Hejmarek ji serkirdeyên DAIŞ`ê hatin kuştin

Heşda Şebî ya Iraqê ragahnd: Sebebkarên êrişa ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji serkirdeyên koma tarorîstî ya DAIŞ`ê bûn ku li oprasyoneke topxaneyî li navçên sînorî navbera Iraq û Sûriyê hatin kuştin.

 Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya televîzyona  El-Meyadînê, Heşda Şebî ya Iraqê, li daxûyaniyekê destnîşan kir: Ev operasyona topxaneyî piştî bidestxistina lêzanînên eseh li bara hebûna sê  kombûnên endamên DAIŞ`ê nêzîkî sînorên navbera Iraq û Sûriyê cih hat.

 Di hemen demê de, Qasim El-Erecî wezîrê karên hundir  ê Iraqê li bara  derketina Hêzên Sûriya Demokratîk  (HSD) ji navçên  bin kontrol avan hêzana  li parêzgeha  Dêrazorê li sînorê Sûriyê û Iraqê hişyarî da.

 El-Erecî her wiha got: Paşdevekişyana  Hêzên Sûriya demokratîk  (HSD) û bicihbûna  DAIŞê dewsa van hêzana ,  pirsan çê dike.