15 miliyon ziyaretkirên Erbeyînê gihîştine Kerbelaya Muela
Konseya parêzgeariya Kerbelayê ragihand: Hatina 15 milyon ziyaretkirên Erbeyîna Îmam Hisên bo Kerbelaya Muela hatiye tomarkirin û hejmara ziyaretkiran ber bi zêdebûnê va ye,
Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Fars Newsê ji zarê malpera El Melûmeyê, Sikritirê Konseya parêzgeariya Kerbelayê, Mehfûz El temîmî got: Çar miliyon ziyaretkirên ne-iraqî hatine Kerbelayê ku pirraniya wan ji Îranê ne.
Wî her wiha got: Konseya parêzgeariya Kerbelayê ji bo xiozmetgihaniya bo ziyaretkirên Îmam Hisên ji billî viya ku hemî kedkarên xwe xistine tevgerê, ji kesên xwebexş jî li vî warî da alîakrî wergirtiye.
Elî El Miyalî alîkarê parêzgarê Kerbelayê jî roja Duşemiyê ragihand: 30 hezar hêzên ewlehiyê beşdarî dabînkirina ewlehiya Erbeyînê bûne. 21 hezar erebe ziyaretkiran vediguhezînin û 10 hezar Mokeb li halê xizmetgihaniya bo zaîran in.
Li gorî vê raporê heşt hezar kesên xwebexş jî ji Wezareta Werziş û Ciwanan li karê xizmetgihaniya bo ziyaretkirên Erbeyînê beşdar bûne. 104 nûçegihanên biyanî hevrê digel 670 nûçegihanên iraqî karê ragihandina nûçeyên merasîma Erbeyînê dikin.
Sala bihurî ji derdora 14 miliyon ziyaretkirên Erbeyînê ji gel û neteweyên cûrbicûr li Iraqê, derdora 2 miliyon û 350 hezar kes ziyaretkirên îranî bûn.
20ê meha Sefera sala 1440 a Koça Heyvî (30ê Cotmeha 2018an), Çilem roj anku Erbeyîna şehîdbûna Îmam Hisên (S), Îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê û rêhevalên wî yên sozdar li Çola Kerbelayê ye. Bi miliyon ziyaretkir ji seranserî cîhanê di vê rojê da ji bo amadebûna ji rêûrisma Erbeyîna Îmam Hisên (S) derbasî bajarê Kerbelayê dibi