Amadekirina pêşniyarqanûnek li parlemana Iraqê ji bo derketina hêzên Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i297543-amadekirina_pêşniyarqanûnek_li_parlemana_iraqê_ji_bo_derketina_hêzên_amerîkayê
Nûnerê Hevalbendiya Avedankirinê li parlemana Iraqê ragihand ku pêşniyarqanûna derketina hêzên amerîkî ji nav Iraqê bi vê zûtiyê dê amde bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 29, 2018 14:42 Asia/Tehran
  • Amadekirina pêşniyarqanûnek li parlemana Iraqê ji bo derketina hêzên Amerîkayê

Nûnerê Hevalbendiya Avedankirinê li parlemana Iraqê ragihand ku pêşniyarqanûna derketina hêzên amerîkî ji nav Iraqê bi vê zûtiyê dê amde bibe.

Husên Seyîd nûnerê Hevalbendiya Avedankirinê li parlemana Iraqê li gotûbêja xwe ya bi ajansa El-Melûme re bal kişand ser şopandina derketina leşkerên Amerîkayê ji nav Iraqê û got: Ev pêşniyarqanûna dê bi vê zûtiyê li parlemana Iraqê gotûbêj li ser bê kirin.

Wî bal kişand ser viya ku parlemana Iraqê dixwaze wextek diyar bibe ji bo derketina leşkerên Amerîkayê ji nav Iraqê û got: Dewleta nû ya Iraqê jî dê di vê barê de bi aliyê amerîkî re gotûbêjê bike.

Helbet pêştir Ehmed El-Kenanî Nûnerê Hevalbendiya Avedankirinê li parlemana Iraqê jî  bal kişandibû ser viya ku pêsparteya dewleta nû ya Iraqê parastina hakimiyet û yekparçetiya axa Iraqê ye got: Hevalbendiya avedankirinê pilanek raberî destê parlemana Iraqê kiriye ku gor vê pilanê tu hêzekî biyanî êdî pêwîste di nav axa Iraqê da nemîne.

El-Kenanî bal kişand ser viya ku li dewletên berê hêzên biyanî yên hin welatan hema bêyî rêketina tev parlemana Iraqê û bi serê xwe diketine nav axa Iraqê, loma dewleta nû pêwîst e ku kutahiyê bide hizûra van hêzan li nav axa Iraqê û rêketinekî ewlehiyê bi çavdêriya parlemanê tev welatên biyanî îmza bike.

Amerîkî ku ji ber işkestên xwe yên curbicur li nav Iraqê li sala 2011 ji nav axa vî welatî derketibûn li sala 2014 bi mihana xebata dijî terorîstên DAIŞ`ê careke din ketine nav axa Iraqê.