Erbeîn nêzîk dibe, tivdîrên ewlehîyê li Bexdayê û şarên başûra Iraqê hatin dijwarkirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i297502-erbeîn_nêzîk_dibe_tivdîrên_ewlehîyê_li_bexdayê_û_şarên_başûra_iraqê_hatin_dijwarkirinê
Fermandetîya Opêrasyona Navendî ya Heşdi Şeibîyê çend balafirên bêfirokevan digel hejmareke zêde ya hêzên leşkerî bi armanca dabînkirina ewlehîya pişkdarên merasima Erbeînê ango çillê Imam Hisên (S), li parêzgehên başûr û Bexdayê bi cih kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 28, 2018 13:51 Asia/Tehran
  • Erbeîn nêzîk dibe, tivdîrên ewlehîyê li Bexdayê û şarên başûra Iraqê hatin dijwarkirinê

Fermandetîya Opêrasyona Navendî ya Heşdi Şeibîyê çend balafirên bêfirokevan digel hejmareke zêde ya hêzên leşkerî bi armanca dabînkirina ewlehîya pişkdarên merasima Erbeînê ango çillê Imam Hisên (S), li parêzgehên başûr û Bexdayê bi cih kirine.

Fermandetîya Opêrasyona Navendî ya Heşdi Şeibîyê ya Iraqê di daxûyanîyekê de ragihand: Balafirên bêfirokevan ji bo çavdêrîya hewayî û şopandina her liv û tevgereke biguman û bihêzkirina hewildanên di warê lêzanînan û veghortina wan li deverên başûr û Bexdayê ye.

Fermandetîya Polîsên Zîqarê jî ragihand ku çiqa duyem a Hêzên Lezgînbertek li Heyderîyê heta şarê Kerbelayê bi cih bûye ku pişkdarên merasima çillê Imam Hisên (S) ku niha peya ber bi Kerbelayê va diçin, biparêze.

Sazîya Derîyên Sînorî ya Iraqê jî ragihand ku hejmara desteyên ku ji derve bi merema pişkdarîya di merasima çillê Imam Hisên (S) de derbasî Iraqê dibin, her ku dişe, zêde dibe.

Ji hêla din ve gel û berpirsên şarê Necefê bi maşînên sivik û giran ji bo veguhestina belaş a zîyaretkirên tirba Imam Hisên (S) ber bi Kerbelayê tam amade bûne û ketine dewrê.