Plana serokomarê Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kerkûkê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i297497-plana_serokomarê_iraqê_ji_bo_çareserkirina_pirsgirêkên_kerkûkê
Serokomarê Iraqê ragihand ku wî planek ji bo çareserkirina qeyrana parêzgeha Kerkûkê û lidarxistina muzakirên netewî li vê parêzgehê heye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 28, 2018 12:42 Asia/Tehran
  • Plana serokomarê Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kerkûkê

Serokomarê Iraqê ragihand ku wî planek ji bo çareserkirina qeyrana parêzgeha Kerkûkê û lidarxistina muzakirên netewî li vê parêzgehê heye.

Li gorî rapora kanala Somerye News`ê, Berhem Salih serokomarê Iraqê ku niha li Silêmanîyê ye, got: Çareserkirina pirsgirêkên parêzgeha Kerkjûkê divê li gorî destûra bingehîn be û ev rêbaza divê li gorî daxwaza niştecihên vê parêzgehê be ku ji ber nakokîyên sîyasî tûşî gellek xisaran bûne.

Berhem Salih bi gotina vê yekê ku ji bo vegerandina istiqrarê bo Kerkûkê û asayîkirina rewşê nemaze di warên idraî û ewlehîyê û parastina mafên kurdan de yê hewlên nû bên dayîn, pêgirî kir: Biryarên teqil û dawîyê divê ji hêla niştecihên vê parêzgehê xwe va bên dayînê.