Tirkmenên Iraqê gefa cihêbûna ji Iraqê dixwin
Mezinekî tirkmenên Iraqê dibêje, eger hikûmeta Iraqê li ser piştguhxistina xwestekên tirkmenan rijd be wê çaxê tirkmen dê hizra wê yekê bikin ji Iraqê veqetin.
Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) Erşed Salihî ji televîzyona Iraqî ya Şerqiye Newsê re gotiye, li Iraqê hikûmet û hinek hêzên din dixwazin tirkmenan bidin aliyekî û piştguh bixin. Tirkmen ji vê yekê gelekî aciz in.
Erşed Salihî her wiha gotiye, eger ew siyaseta hikûmeta Iraqê bidome dê hizra cihêbûnê bikeve serê turkmenan.
Wî siyasetmedarê tirkmen, ku kesekî nêzîkî Tirkiyê ye jî, gefa encamdana xwepêşandanan jî xwariye û gotiye, piştî ku turkmenên şîe ji şîna Îmam Husên vegerin ewê li Bexdayê li ber ofîsa serokê hikûmeta Iraqê kom bibin û xwepêşandan bikin. Beşek mezin ji turkmenên Iraqê şîe ne û ev çend roj in ji bona çilemîn roja kuştina Îmam Husên, çûne bajarê Kerbelayê ya Iraqê.
Gelek ji karzan û çavkaniyên nûçeyan diyar kirine ku Tirkiye li rewşa ku îdia dike piştgiriyê dide yekperçetiya axa Iraqê û sizayên giran li hemberî refrandûma kurdan a cihêbûnê bikar anî, Tirkmenan bi taybet ên Kerkûkê ku kêmaniyek ji nifûsa wir in, radike ku daxwaza cihêbûna ji Iraqê bikin û xwenîşandanên li dij hikûmeta Iraqê pêk bînin. Tirkiye îdia dike ku Kerkûk û Mûpsil beşek ji axa Tirkiyê ye.