Serokomarê Iraqê: Çareserkirina nakokîyên di navbera Hewlêr- Bexdayê di ewlewîyetê de ye
Serokomarê Iraqê, Berhem Salih dema seredana şarê Silêmanîyê kir, pêgirî li ser nehîştina nakokîyên di navbera Hewlêr- Bexdayê de kir.
Berhem Salih serokomarê Iraqê îro dema seredana şarê Silêmanîyê kir, bi rayedarên YNK`ê û parêzgar û rayedarên idarî yên vê parêzgehê re civîya.
Berhem Salih di civîna rojnamevanîyê ya piştî hevdîtina digel Hewal Ebûbekir parêzgarê Silêmanîyê de ragihand ku wekî serokomarê nû yê Iraqê erkên giran ser milê wî ne û welat pêrgî gellek pirsgirêkan bûye.
Wî tevî ku xwe şirîkê xema zîyandîtîyên agirpêketina bazara Lingê ya Hewlêrê û lehîya Silêmanîyê û deverên din ên Herêma Kurdistanê zanî, ragihand: Ji bo ku alîkarî bigihêje mexdûrên van bûyerana, dê hevkarîyeke tam bi hikûmeta Herêma Kurdistanê û parêzgarîyan re bê kirin.
Wî derheq peywendîyên Hewlêr-Bexdayê de jî ragihand ku çareserkirina nakokîyên di navbera Hewlêr- Bexdayê di ewlewîyetê de ye.
Serokomarê Iraqê di bersiva pirsa nûçegihanan a derbarê rewşa parêzgeha kêşeliser a Kerkûkê de, rewşa vê parêzgehê neasayî wesif kir û got: Di yekemîn rojên destpêka kar wekî serokomar, min bi alîyên curbicur ên Kerkûkê re hevdîtin pêk anîye, rewşa Kerkûkê neasayî ye û divê ev rewşa di çarçova destûra bingehîn de û bi berçavgirtina mafên hemî alîyên resen ên vê parêzgehê were asayîkirinê.
Berhem Salih herwiha got ku nabe Kerkûk û mafên alîyên vî şarî bibin gorîyê hevkêşeyên sîyasî.