Serokwezîrên Ingilîs û Iraqê bi rêya telefonê axivîn
Çirî 27, 2018 12:04 Asia/Tehran
Serokwezîra Ingilîzê, Theresa Mayê duh di peywendîyeka telefonî digel hevtûşê xwe yê iraqî Adil Evdilmehdî de, hilbijartina wî wekî serokwezîrê vî welatî lê pîroz kir.
Berdevkê nivîsgeha serokwezîrtîya Ingilîsê ragihand ku Theresa May û Adil Evdilmehdî di vê axavtina telefonî de lihev kirin ku di çarçova plana serokwezîrê Iraqê ji bo avakirina pêşerojeke serkevtî ji bo gelê vî welatî de bi hevra hevkarîyê bikin. Wan herwiha bal kişandin ser hevkarîyên her du welatan ên di warê ewlehîyê de û dewama têkoşîna li dijî DAIŞ`ê.
Serokwezîra Ingilîsê Theresa Mayê di vê peywendîya telefonî de basa rola girîng a Iraqê li navçê kir.