Serkunsolê Îranê li Besrê: Derbasbûna zîyaretkirên pişkdarê merasima Erbeînê li axa Iraqê didome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i297444-serkunsolê_Îranê_li_besrê_derbasbûna_zîyaretkirên_pişkdarê_merasima_erbeînê_li_axa_iraqê_didome
Serkunsolê Îranê li Besrê li başûra Iraqê got: Bi saya tivdîran, derbasbûna zîyaretkirên pişkdarê merasima Çillê Imam Hisên (S) bê pirsgirêk li Iraqê didome.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 27, 2018 04:42 Asia/Tehran
  • Serkunsolê Îranê li Besrê: Derbasbûna zîyaretkirên pişkdarê merasima Erbeînê li axa Iraqê didome

Serkunsolê Îranê li Besrê li başûra Iraqê got: Bi saya tivdîran, derbasbûna zîyaretkirên pişkdarê merasima Çillê Imam Hisên (S) bê pirsgirêk li Iraqê didome.

Ehmed Sîyahpûş serkunsolê Îranê li Besrê şeva buhurî dema seredana sînorê Şelemçê herwiha got: Îsal tevî hemî komplo û planên dijminan bi saya pişkdarîya hemasî ya gelê Îranê û welatên din komployên dijminan pûç derketin û evîndarên pêşengê şehîdan, hezretê Imam Hisên (S) peya xwe ji rêyên dûr gîhandin Şelemçê û ji bo ku seredana tirba vî imamî bikin, bera xwe didin Iraqê.

Sîyahpûş herwiha got: Ji bo gîhandina zîyaretkiran bo Kerbelayê, gellek maşîn li Besre û parêzgehên başûra Iraqê û xala sînorî ya Şelemçê ji bo xizmetguzarîyê amade ne.