Paqijkirina Bîciyê ji bombe û mînên terorîstan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i297436-paqijkirina_bîciyê_ji_bombe_û_mînên_terorîstan
Hêzên Heşda Şeibî navça Zeiter li Bîciyê ku dikeve nav parêzgeha Nêynewaya Iraqê ji bombe û mînên ku terorîstên DAIŞê li van navçan danîbûn paqij kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 26, 2018 15:29 Asia/Tehran
  • Paqijkirina Bîciyê ji bombe û mînên terorîstan

Hêzên Heşda Şeibî navça Zeiter li Bîciyê ku dikeve nav parêzgeha Nêynewaya Iraqê ji bombe û mînên ku terorîstên DAIŞê li van navçan danîbûn paqij kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, Hêzên Heşda Şeibî duh pêncşemê navça Zeiter li Bîciyê ku dikeve nav parêzgeha Neynewaya Iraqê ji bombe û mînên ku terorîstên DAIŞê li van navçan danîbûn paqij kirin û rê bona zivirîna awareyên ku ji sala 2014 ji ber êrişa terorîstên DAIŞê ser van navçan ji malên xwe aware bibûn vekirin.

Operasiyona azadkirina Bîciyê ji destê terorîstên DAIŞê yek ji operasiyonên dijwar a artêş û hêzên gelanî yên Iraqê bû ku piştî çend mehan , wan karîn Bîciyê li 20 Cotmeha 2015 ji destê terorîstên DAIŞê azad bikin.

Ji ber hebûna palîngeheke mezin a nifta Iraqê li Bîciyê, ev dera ji navçên stratejîk a Iraqê dihate hisab.

heta niha 3 hezar û 842 awareyên Iraqê ku li kempa El-Hewlê li başûra rojhilata Hesekê li nav axa Sûriyê bûn heta niha zivirîne malên xwe.

.