Nîzikî milyonek û nîv ziyaretkirên biyanî heta niha çûne nav axa Iraqê
Çirî 26, 2018 15:12 Asia/Tehran
Bingehên iraqî ragihandin; nîzikî milyonek û nîv ji ziyaretkirên biyanî bona pişkdariya rêûresma Erbeyîna Husêyînî ji rêyên hewayî û erdî gihêştine nav axa Iraqê.
Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr Newsê, Taxima derbasgehên sînorî yê Iraqê îro îniyê li daxûyaniyekê ragihand: Nîzikî milyonek û nîv ji ziyaretkirên biyanî bona pişkdariya rêûresma Erbeyîna Husêyînî ji rêyên hewayî û erdî gihêştine nav axa Iraqê û hejmara zairan li rojên tê dê zêdetir jî bibin.
Li rêûresma Erbeyîna Husêyînî ya pare zêdetir ji 13 milyon û 500 hezar ziyaretkirên biyanî û iraqî bona pişkdariya li rêûresma Erbeyînê çûne Kerbelaya Muela ku hatibû ragihandin, nîzikî 2 milyon nîv ji van zairan îranî bûn.
.