Sipasiya Iraqê ji hevrêtiya Îranê li warê têkoşîna dijî terorîsmê
Berdevkê Wezareta karên Derve ya Iraqê sipasiya Komara Îslamî ya Îranê ji ber hevrêtiya bi wî welatî ra li şerê dijî terorîsmê kir.
Li gorî rapora Mehr Newsê, Ehmed Mehcûb, Berdevkê Wezareta karên Derve ya Iraqê bi gotina vê yekê ku welatê wî siyaseteka bêla li navçeyê dimeşîne, got: Pêwendiyên Iraqê bi Komara Îslamî ya Îranê ra baş û hevseng in.
Berdevkê Wezareta karên Derve ya Iraqê her wiha ji hevkariya bi dewleta Sûriyê ra piştî desthilatdarbûna dewleta nû ya raqê di rojên tê da agahî da.
Li gorî nûçeyeka din ji Iraqê, Celîl Rebîyî Fermandarê Operasiyona Bexdayê tevî ravekirina kiryarên taybetî rêûrisma Erbeyîna Îmam Hisên (S), got: Hemî rê li ser ziyaretkirên Erbeyîna Îmam Hisên (S) vekirî û wleh in.
Sî hezar hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji bo dabînkirina ewlehî û saxlemiya ziyaretkirên Eba Ebdi8llah El Hisên (S) ketine rewşa seferberiyê û hejamreka hêzên xwebexş ên Heşdê Şeibî jî li bereberê Erbeyîna Îmam Hisên (S) li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî bi cih bûne.
Bîstê meha Seferê ya sala 1440 a Koça Heyvî (30ê Cotmeha 2018an) Erbeyîn anku Çilem roja şehîdbûna Îmam Hisên (S) Îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê û hogirên wî yên emekdar li Çola Kerbelayê ye.
Bi mliyon ziyaretkir ji seranserî cîhanê di vê rojê da ji bo amadebûna li rêûrisma Erbeyînê digihêjin bajarê Kerbelayê li başûrê Iraqê.