Civîna sibê ya Parlemana Iraqê ji bo dayîna dengê pêbaweriyê bo wezîrên dewletê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i297328-civîna_sibê_ya_parlemana_iraqê_ji_bo_dayîna_dengê_pêbaweriyê_bo_wezîrên_dewletê
Çavkaniyeka parlimanî ya iraqî qala civîna sibe ya Parlemana vî welatî ji bo dengwergirtina bo endamên kabîneya Adil Evdilmehdî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 23, 2018 13:38 Asia/Tehran
  • Civîna sibê ya Parlemana Iraqê ji bo dayîna dengê pêbaweriyê bo wezîrên dewletê

Çavkaniyeka parlimanî ya iraqî qala civîna sibe ya Parlemana vî welatî ji bo dengwergirtina bo endamên kabîneya Adil Evdilmehdî kir.

Li gorî rapora Mehr Newsê, vê çavkaniyê ragihand: Desteya serokatiyê ya parlemanê biryara lidarxistina civînê di roja Çarşemê da di saet 6ê berêvariyê ji bo dayîna dengê baweriyê bo dewleta Adil Evdilmehdî daye.

Çavkaniya iraqî ragihand: Parleman dê dengê xwe bide sedî 80ê wezîrên pêşniyarkirî û dayîna dengê baweriyê bo wezîrên din di rojên tê da dê pêk bê.

Hêjayî gotinê ye ku ofîsa medyayî ya Adil Evdilmehdî pêştir ragihandibû ku wî dil heye wezîrên xwe di vê heftiyê da bide nasandin.