Ebadî: Em rê nadin têrorîsmê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i297247-ebadî_em_rê_nadin_têrorîsmê
Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî di hevdîtina digel hejmareke fermandeyên leşkerî derbarê ihtimala nifûza têrorîstan ji axa Sûrîyê nav Iraqê de hişyarî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 21, 2018 12:42 Asia/Tehran
  • Ebadî: Em rê nadin têrorîsmê

Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî di hevdîtina digel hejmareke fermandeyên leşkerî derbarê ihtimala nifûza têrorîstan ji axa Sûrîyê nav Iraqê de hişyarî da.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al Alamê, Heyder Ebadî ku hefteyên dawîyê yên serokwezîrtîya xwe derbas dike, îro di hevdîtina di vê hevdîtinê de pesna rola fermandeyan di têkoşîna dijî têrorîstên DAIŞ`ê de da û pêgirî li ser girîngîya qonaxa bê û pirsgirêkên wê yên ji ber hebûna komên têrorîst li nav Sûrîyê û gefên wan kir.

Ebadî herwiha got: Serketina li hemberî têrorîmê li Iraqê pêk hat lê, ev gefa hela jî li Sûrîyê heye û divê ew were jinavbirinê.

Heyder Ebadî herwiha got: Têrorîst hewil didin ji her derîyekî bikevin axa Iraqê lê divê em hişyar bin û rê nedin wan.