Çek û teqemeniyên têrorîstên DAIŞê li Bexdayê hatin vedîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i297198-Çek_û_teqemeniyên_têrorîstên_daiŞê_li_bexdayê_hatin_vedîtin
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê qala vedîtina ambareka mezin a çejk û teqemeniyên têrorîstên DAIŞê li taxa El Tarimiyê li bakurê Bexdayê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 20, 2018 11:37 Asia/Tehran
  • Çek û teqemeniyên têrorîstên DAIŞê li Bexdayê hatin vedîtin

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê qala vedîtina ambareka mezin a çejk û teqemeniyên têrorîstên DAIŞê li taxa El Tarimiyê li bakurê Bexdayê kirin.

Li gorî rapora malpera Sumiriyê, Li ambara çekan ku hatiye keşfkirin, hin madeyên teqemeniyê, bombeyên kêleka riyan û alavên din hene ku têrorstên DAIŞê ji bo cihanîna operasiyona têrorîstî ewna bi kar dianîn.

Li gorî nûçeyeka din, Artêşa Iraqê li gorî agahiyên deqîq û eseh ên hêzên ewlehî û istixbaratî li bereya operasiyonî ya Felûceyê, Ebu Hesen Anî, berpirsê têroran ê koma têrorîst a DAIŞê li bajarê Felûceyê girtin.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê tevahiya navçeyên vî welatî ji wan bajarê Felûceyê li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê ji bin dagirkeriya têrorîstên DAIŞê azad kirin.