Muqteda Sedr: Bila ehlê sune dev ji parxwaziyê berde
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i296991-muqteda_sedr_bila_ehlê_sune_dev_ji_parxwaziyê_berde
Rêberê Tevgera Sedr û Serokê Hevpeymaniya Saîrûn Muqteda Sedr li nameyekê ji bo Ehlê Suneta Iraqê ji wan xwest ku dev ji parxwaziya siyasî û firqexwaziya olî berdin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 14, 2018 11:02 Asia/Tehran
  • Muqteda Sedr: Bila ehlê sune dev ji parxwaziyê berde

Rêberê Tevgera Sedr û Serokê Hevpeymaniya Saîrûn Muqteda Sedr li nameyekê ji bo Ehlê Suneta Iraqê ji wan xwest ku dev ji parxwaziya siyasî û firqexwaziya olî berdin.

Li gor nûçeya IRNA, Rêberê Tevgera Sedr û Serokê Hevpeymaniya Saîrûn Muqteda Sedr li nameyekê ji bo Ehlê Suneta Iraqê ku li ser Twittera xwe daye weşandin ji wan xwestiye ji bo jiyana bi aştî û bi ewlehî ya gişt kom û gelên Iraqê li kêleka hevdu û dûr ji xiyanet û gendeliyê, berjiwendiyên gelêrî û giştî pêşvetir ji berjiwendiyên xwe yên komî û hêzbî bibînin û mirovên jêhatî û teknokerat ên serbixwe bona postên dewletî bidin nasandin û bibijêrin û dev ji parxwaziya siyasî û firqexwaziya olî berdin.

Li gor nûçeya medyayên Iraqê partiyên ehlê suneta vî welatî xwestibûn ku bila di nav dewleta nû de wezaretxanên Parastinê, Dadwerî û Zanistan bidin wan.

Hin medyayan jî ragihandibûn ku partiyên ehlê suneta Iraqê herwiha daxwaza wezaretxaneya kar û karbarên civakî û wezaretxaneya Zanist û Teknolojiya Zanyariyan kiribûn.