Pêgîriya Ebdulmehdî li ser piştgîriya gel û partiyan ji dewleta tê ya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i296858-pêgîriya_ebdulmehdî_li_ser_piştgîriya_gel_û_partiyan_ji_dewleta_tê_ya_iraqê
Adil Ebdulmehdî, serokwezîrê bijartî yê Iraqê, pêgîrî kir: "Serketina dewleta tê ya vî welatî, bêyî piştgîriya partiyan û xelkê vî welatî wê serê xwe negire".
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 10, 2018 12:56 Asia/Tehran
  • Pêgîriya Ebdulmehdî li ser piştgîriya gel û partiyan ji dewleta tê ya Iraqê

Adil Ebdulmehdî, serokwezîrê bijartî yê Iraqê, pêgîrî kir: "Serketina dewleta tê ya vî welatî, bêyî piştgîriya partiyan û xelkê vî welatî wê serê xwe negire".

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Spûtnîkê, serokwezîrê bijartî yê Iraqê, bal kişand ser kiryara xwe ya bêmînak ya di warê damezirandina saytekê ji bo wergirtina daxwazên xelkê vî welatî ji bo postên wezaretî de  û got: "Armanca vî karî nebûna pawanxweziyê li desthilatê ye".

Adil Ebdulmehdî, bal kişand ser vê yekê ku bi hezaran kes ji xelkê Iraqê, daxwazên xwe şandine û herwiha got: "Tîmeka pisporiyê wê van daxwazan hilkolîne".

Berhem Salih, serokomarê nû yê Iraqê, Sêşemiyê 2`ê Cotmehê, bi awayekî fermî Adil Ebdulmehdî, kire berpirsê pêkanîna taxima dewleta nû ya vî welatî.

Adil Ebdulmehdî, divê di mideha mehekê de wezîrên kabîneya xwe kivş bike û bide nasandin.