Destpêbûna opersyona berfire ya ewlehiyê ya Heşda Şebî li El Enbarê
Alîkarê fermandarê operasyona Heşda Şebî ya Iraqê, ji destpêbûna operasyona berfireh a ewlehiyê li navça çola rojavayî ya parêzgeha El Enbarê agahî da.
Li gorî rapora roja şemiyê ya Ajansa nûçeyan a Mehr Newsê ji zarê El Minarê, Ehmed Nesrulah, alîkarê fermandarê operasyona Heşda Şebî li mêhwera rojava ya parêzgeha El Enbarê ragihand: Hêzên hevpar ên Heşda Şeibî li mêhwera rojava ya El Enbarê û gordana 13`an û hêzên istixbarata leşkerî ya Iraqê, operasyona xwe ya ewlehiyê li navça El Surcê ku ketiye çola rojavayî ya El Enbarê heya navça Um Tînê û Maqali Îbrahîm û El Xercê destpê kirine.
Ehmed Nesrulah, pêgîrî kir: "Armanca vê operasyonê, paqijkirina van navçeyan û dabînkirina ewlehiya wan li hember endamên mayî yên Koma Terorîst a DAIŞ`ê ye ku li navçeyên çolî karên xirabker cih tînin".
36 welatiyên iraqî, îro Şemiyê di encama du teqînên terorîstî li parêzgehên Selahedînê li bakûr û El Enbarê li rojavaya Iraqê de hatin kuştin û birîndar bûn.
Dewleta Iraqê Kanûna sala 2017`an, bidawîhatina hebûna leşkerî ya Koma Terorîst a DAIŞ`ê ragihand lê paşdamaiyên terorîstan li hin navçeyên vî welatî perate bûne.
Artêş û hêzên gelanî yên Iraqê heya niha gelek operasyonan ji bo paqijkirina navçeyên curbicur ên vî welatî ji hebûna endamên mayî yên DAIŞ`ê cih anîne.