Peyama pîrozbayiyê ya Rûhanî bi minasibeta bijartina serokkomarê nû yê Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i296606-peyama_pîrozbayiyê_ya_rûhanî_bi_minasibeta_bijartina_serokkomarê_nû_yê_iraqê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li peyamekê dengê pêbaweriyê yê parlemanterên Iraqê bo Berhem Salih wek serokomarê nû yê vî welatî pîroz kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 03, 2018 14:54 Asia/Tehran
  •  Peyama pîrozbayiyê ya Rûhanî bi minasibeta  bijartina  serokkomarê nû yê Iraqê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li peyamekê dengê pêbaweriyê yê parlemanterên Iraqê bo Berhem Salih wek serokomarê nû yê vî welatî pîroz kir.

 Hesen Rûhanî serokê Komara îslamî ya Îranê roja çarşemiyê li vê peyamê hêvî kir.:Li dewrana  serokomariya Berhem Salih li posta serokomariya Iraqê pêwedniyên  navbera Têhran û Bexdayê li çarçoveya berjewendiyên du gelan bi pêşde biçin û berfireh bibin.

 Rûhanî bo dewlet û gelê Iraqê hêviya tendrustî, serketin, serbilindî, aşitî û pêşketinê kir.

Berhem Ehmed Salih berbijarê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistana Iraqê duh li civîna dewra duyem a parlemana Iraqê bi 219 dengên parlemanterên Iraqê ji bo serokomariya vî welatî hate bijartin.

Piştî jinavçûna rejîma Sedam Husênê dîktator komên iraqî li hevkirin ku posta serokomariyê bibe para kurdan û ya serokwezîriyê jî bibe ya şîeyan û serokatiya parlemanê jî li destê ehlê sunetê bimîne. JI wê demê heya niha ev posta li destê YNK bûye.