Sefîrê Îranê bijartina Berhem Salih ji bo serokomariya Iraqê pîroz kir
Sefîrê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê Îrec Mescidî şeva çûyî di peyamekê de bijartina Berhem Salih ji bo serokomariya Iraqê lê pîroz kir.
LI gor rapora IRNAyê Mescidî di vê peyamê de ji bijartina Berhem Salih ji bo posta serokomariya Iraqê pêşewazî kir û piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê ji Iraqa yekparçem demokrat û bi îstiqrar û ewlehî wekiland.
Sefîrê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê hêvîdariya xwe diyar kir ku li dema serokomariya Berhem Salih pêwendiyên du welatên dost û heval ên Îran û Iraqê zêde ji berê berfire bibin.
Berhem Ehmed Salih berbijarê Yekitiya nîştimanî ya Kurdistana Iraqê duh li civîna dewra duyem a parlemana Iraqê bi 219 dengên parlemanterên Iraqê ji bo serokomariya Iraqê hate bijartin.
Piştî jinavçûna rejîma Sedam Husênê dîktator komên iraqî li hevkirin ku posta serokomariyê bibe para kurdan û ya serokwezîriyê jî bibe ya şîeyan û serokatiya parlemanê jî li destê ehlê sunetê bimîne. JI wê demê heya niha ev posta li destê YNK bûye.