Berhem Salih berbijarê YNK bû serokomarê nû yê Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i296581-berhem_salih_berbijarê_ynk_bû_serokomarê_nû_yê_iraqê
Berhem Ehmed Salih berbijarê Yekitiya nîştimanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) ji aliyê parlemana Iraqê bû serokomarê vî welatî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 03, 2018 06:51 Asia/Tehran
  • Berhem Salih berbijarê YNK bû serokomarê nû yê Iraqê

Berhem Ehmed Salih berbijarê Yekitiya nîştimanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) ji aliyê parlemana Iraqê bû serokomarê vî welatî.

Li gor rapora IRNA, Berhem Ehmed Salih berbijarê Yekitiya nîştimanî ya Kurdistana Iraqê duh li civîna dewra duyem a parlemana Iraqê bi 219 dengên parlemanterên Iraqê ji bo serokomariya Iraqê hate bijartin. Berhem Salih ji nav heft siyasetmedarên kurd ji bo vê postê hate bijartin.

Berhem Salih piştî xwarinda sonda wezîfedariyê li Parlemana Iraqê got ku ji vê şûnd serokomarê gişt xelkê Iraqê ye  û derheq qanûna bingehîn a Iraqê emekdar dimîne û yekitiya axa Iraqê diparêze.

Piştî jinavçûna rejîma Sedam Husênê dîktator komên iraqî li hevkirin ku posta serokomariyê bibe para kurdan û ya serokwezîriyê jî bibe ya şîeyan û serokatiya parlemanê jî li destê ehlê sunetê bimîne.