Ceferî: Iraq bi welatên cîhanê re hevkariyê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i296547-ceferî_iraq_bi_welatên_cîhanê_re_hevkariyê_dike
Wezîrê karên derve yê Iraqê got: Tu dijberiyek li hember hevkariya Iraqê bi welatên cîhanê re tine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 02, 2018 12:27 Asia/Tehran
  • Ceferî: Iraq bi welatên cîhanê re hevkariyê dike

Wezîrê karên derve yê Iraqê got: Tu dijberiyek li hember hevkariya Iraqê bi welatên cîhanê re tine.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya ISNA`yê, Îbrahîm  Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li hevpeyvîna  bi kanala  nûçan a Russia  El-Yewmê re bal kişand ser ser vê yekê ku welatê wî dijberê cîhanîkirina şêrr e û got: Bexda li karûbarên navxweyî yên welatên din mudaxilê nake.

Ceferî li bara gefa Rejîma Siyonîst a êrişa ser Iraqê got: Welatê wî dê nebe destpêkirê şêrr lê ji bo rawestana li ber gefên dijminan xwediyê nirxên menewî, çandî, hêzên ciwan û eskeran  e ku  berevaniya welatê xwe dikin.

Wezîrê karên derve yê Iraqê bal kişand  ser bicihbûna eskerên Tirkiyê li bakurê welatê hanê jî got: Bexda dixweze ku bo rawestana li ber  bicihbûna eskerên Tirkiyê li bakurê Iraqê û çareserkirina  mesela Herêma Kurdistana  vî welatî piştî lidarxistina giştpirsiya cidabûna ji Iraqê di Îlona 2017`ê de rêçareyekê peyda bike.

Ceferî li bara peywendiyên Bexda-Şam û operasyona  hevpar a van du welatan bona rawestana li ber terorîstan jî got: Iraq û Sûriyê dijminekekî hevpar hene û bona rawestana li ber diyardeya  kirêt a  terorîzmê li navçê dê bi hev re  hevkariyê bikin.

Wezîrê karên derve yê Iraqê her wiha  li bara avedankirina welatê xwe got: ji 142 welatên cîhanê têrorîst derbasî Iraqê kirin, lewma divê civaka cîhanî bo avedankirina xopanên li encama şerê terorîstên DAIŞ`ê li Iraqê berpirsiyariyên xwe cih bîne.