Emmar Hekîm: Serokomarê nû divê nunerê hemî gelê Iraqê be
Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê di hevdîtina digel serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li Bexdayê de got: Serokomarê nû divê nunerê hemî gelê Iraqê be.
Seyîd Emmar Hekîm pêgirî li ser pêwîstîya teqilkirina demajoya bijartina serokomar û serokwezîr anegorî xişteya demê û mêkanîzmên qanûnî bi merema pêkanîna dewleta bê ya Iraqê kir û got: Ew dewleta divê li gorî mercên merceyê dînî yê Iraqê pêk bê.
Serokê Bereya Hikmeta Netewî ya Iraqê bal kişand ser vê yekê ku dewleta bê ya Iraqê divê raberkirina xizmetan ji bo welatîyan bike ewlewîyeta karên xwe ta k uasta xizmetguzarî û pêşxistina welêt jorda here û got:
Wî di civîna ligel serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî de daxwaz kir ku ji bo serokomariya Iraqê Kurd li ser yek berbijarî li hev bikin.
Seyîd Emmar Hekîm pêgirî li ser girîngîya hevkarîya dezgeh serokomarî û parlimana Iraqê jî kir û got: serokomarê vî welatî divê di warê peywendîyên navnetewî û herêmî de ser navê Iraqê kar bike.
Li gor daxuyaniya ofîsa serokê Tevgera Hîkmeya Netewî ya Iraqê, Seyîd Emmar Hekîm êvara duşem 1`ê Cotmehê pêşwaziya serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê kir.
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî duh li Bexdayê derbarê posta serokomariya Iraqê de bi rayedarên payebilind ên Iraqê re civiya.
Niha di navbera partîyên kurdan de li ser posta serokomarîya Iraqê û berbijarê vê postê de gellek nakokî hene. PDK, Fuad Hisên kirîye berbijarê posta serokomarîya Iraqê û pêgirîyê dike ku divê firaksyonên kurdistanî li parlimana Iraqê berbijarê kurdan ji bo posta serokomarîya Iraqê kivş bikin û YNK jî Berhem Salih kirîye berbijarê vê postê û dibêje ku ev posta ji berê va li ber YNK ketîye.