Bijartina serokomarê Iraqê bo îro hat paşxistinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i296532-bijartina_serokomarê_iraqê_bo_îro_hat_paşxistinê
Civîna Parlimana Iraqê ji bo bijartina serokomarê vî welatî ku biryar bû şeva buhurî bê lidarxistinê, ji ber ku asta parlimanterên pişkdar negihîşte asta qanûnî, bo îro sêşemê hat paşdaxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 02, 2018 04:28 Asia/Tehran
  • Bijartina serokomarê Iraqê bo îro hat paşxistinê

Civîna Parlimana Iraqê ji bo bijartina serokomarê vî welatî ku biryar bû şeva buhurî bê lidarxistinê, ji ber ku asta parlimanterên pişkdar negihîşte asta qanûnî, bo îro sêşemê hat paşdaxistin.

Biryar bû ku Parlimana Iraqê şeva buhurî serokomarê nû yê vî welatî kivş bike lê ji ber ku hejmara parlimanterên pişkdar negihîşte asta qanûnî, ew civîna ji bo îro hat paşdaxistinê.

Kanala Somerye News`ê ragihand ku biryar e ku civîna Parlimana Iraqê îro di siet 1`ê nîvro de destpê bibe.

Li gorî destûra bingehîn a Iraqê, serokomar divê heta mehekê piştî yekem civîna Parlimana nû were bijartinê û îro sêşem 2`yê Cotmehê mecala herî dawîyê ji bo bijartina serokomarê vî welatî ye.

Parlimanterên Partîya Dêmokirat a Kurdistana Iraqê (PDK) şeva buhurî tevlî civîna Parlimana Iraqê nebûn ta ku bi vî awayî şansê Berhem Salih berbijarê YNK kêm bibe.

Berhem alih berbijarê YNK û Fuad Hisên berbijarê PDK du berbijarên berbiçav ên vê postê tên hesêb.

Piştî têkçûna rêjîma Seddam, komên sîyasî yên iraqî li hevkirin ku posta serokomarîyê pişka kurdan be.

Serokomarê Iraqê ji sala 2005`ê ve ser bi YNK bûye.