Xebata fermî ya balefirgeha Kerkûkê destpê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i296526-xebata_fermî_ya_balefirgeha_kerkûkê_destpê_bû
Xebata fermî ya balefirgeha Kerkûkê bi merasimekê bêyî beşdariya rayedarên kurd, destpê bû û di sê heftiyên bê de wê yekim geşta li vê balefirgehê destpê bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 01, 2018 16:32 Asia/Tehran
  • Xebata fermî ya balefirgeha Kerkûkê destpê bû

Xebata fermî ya balefirgeha Kerkûkê bi merasimekê bêyî beşdariya rayedarên kurd, destpê bû û di sê heftiyên bê de wê yekim geşta li vê balefirgehê destpê bibe.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, û ji zarê  NRT`yê, balefirgeha Kerkûkê di salên buhurî de wek balefirgeheke neleşkerî hatiye xebitandin û gel û rayedarên Kerkûkê  dixwestin ku wê bikin balefirgeheke rêwiyan û di mehên buhurî de li vê barê gelek pêngav hatine rakirin.

Roja yekşemiyê li merasimekê bi beşdariya  wezîrê veguhestin û tranzîta Iraqê û sergêrê walîtiya Kerkûkê û bêyî beşdariya rayedarên kurd ên Kerkûkê,  destpêbûna  xebata fermî ya vê balafirgehê hat raghandin û balefira hilgirê wezîrê veguhestinê yê Iraqê li vê balfirgehê rûnişt.

Ev balefirgeha ji sala 1975`ê ve wek balefirgeheke  navneteweyî tê bikaranîn û di dema  Rejîma Beisê de jî tenê bo geştên navxweyî dihat bikaranînê û ji sala 2003`yê ve jî wek balefirgeha eskerî ji aliyê hêzên emerîkî ve hatiye bikaranîn.

Wezîrê tranzîtê yê Iraqê li vê merasimê raghand ku 20 rojên din yekim geşta  navxweyî ya balefirgeha Kerkûkê ber bi bajarên Bexda, Besra û Necefê dê cih bê û di pêşerojeke nêzîk de geştên derveyî jî li vê balefirgehê dê destpê bibin.