Îro civîna parlemana Iraqê ji bo bijartina serokkomar tê lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i296522-Îro_civîna_parlemana_iraqê_ji_bo_bijartina_serokkomar_tê_lidarxistin
Parlemana Iraqê îro êvarê dê civînekê bona dengdan û bijartina serokkomarê nû yê vî welatî li dar xîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 01, 2018 15:10 Asia/Tehran
  •  Îro civîna parlemana Iraqê ji bo bijartina serokkomar tê lidarxistin

Parlemana Iraqê îro êvarê dê civînekê bona dengdan û bijartina serokkomarê nû yê vî welatî li dar xîne.

Li gorî rapora KurdPressê, piştî ragihandina encamên hilbijartinên dewra çaran a parlemana Iraqê û piştrastkirina wê ji aliyê dadgeha federal a vî welatî ve, hin gotûbêj  navbera partiyên curbicur ên vî welatî ji bo pêkanîna dewletê û parlemana nû zêde bûne û aliyên sunne karîn ku Muhemed El-Helbûsî wek serokê nû yê parlemanê hilbijrêrin lê aliyên şîe li bara bijartina serokwezîr û kurdan jî li bara bijartina berbijarekî bo posta serokkomariayê li hev nekirine.

 Biryar e îro , duşem, 1 Cotmehê parlemana Iraqê civînekê bo dengwergirtin û bijartina serokkomarê nû ku bi awayekî sunetî ji nava siyasetvanên kurd ên vî welatî ve tê bijartin, li dar xîne.

Ji aliyê din ve, Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê, YNK ku ji sala 2003`an  ev posta serokomarîyê di dêstî da bûye, Berhem Salih, alîkarê dudiyan  ê partiyê kiriye berbijarê niha û Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) jî bi pêngaveke  bêmînak berbijarê xwe bo  vê postê û hevrikiya bi Berhem Salih re aniye meydanê.

Serokên van du partiyan destnîşan kirin ku ger navbera wan li bara berbijarekî hevpar an bêalî lihevkirinek pêk neyê, vêca divê firaksiyoên  kurdistanî yên li meclisa Iraqê wî berbijarî kivş bike.

Xêncî Fuad Huseyn û Berhem Salih, 5 berbijarên din ên kurd ji wan Sirwe Ebdulwahid wek yekim berbijara jin,  xwe bo bidestxistina  posta serokkomariya Iraqê kirine berbijar.

 Li gor qanûnên Iraqê, 2`yê Cotmehê dawîn molet bo kivşkirina serokkomarê nû yê vî welatî ye.