Daxwaza ji bo rakirina vîzaya zairên îranî yên rêûresma Erbeyîna Husêyînî
Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Necefa Eşref daxwaza hêsankariyên pêwîst ji bo zairên îranî kir ku dil hene erbeyîna Husêyînî herine Kerbelayê.
Li gor rapora ajansa nûçan a Mehr Newsê, Sedredîn Qepançî Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Necefa Eşref li xutbên nimêja îniyê yên duh bilî mehkûmkirina êrişa terorîstî ya Ehwazê li başûra rojavaya Îranê û hevderdiya tev malbatên qurbaniyên vê rudawa terorîstî destnîşan kir: Rakirina vîzaya zairên Îranî ku dil hene li Erbeyîna Husêyînî bêne Kerbelayê bi curekê nîşana hevgirtina îslamî ye û hevgirtina gelê Îranê û Iraqê piştî vê rudawa terorîstî nîşan dide.
Têrorîstan roja Şemiya bihurî di dema lidarxistina rêûrisma rijeya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li Ehwazê, êrîşî ser gelê temaşevan kirin ku di encama vê êrîşê da 25 kes şehîd bûn û zêde ji 60 keesî jî birîndar.
Komên têrorîst ên DAIŞ û El Ehwaziyê ku ji aliyê Erebistan û Amerîkayê va tên piştgirîkirin, berpirsiyariya vê êrîşa têrorîstî girtin ustiyê xwe.
Gelê Iraqê jî li çarçîva piştevaniya ji zairên îranî yên Erbeyîna Husêyînî kempeyîna , Evîna bi Îmam Husêyîn (S) me digehîne hevdu û Îran û Iraq ji hevdu cuda nabin birê xistine.
Heta niha gellek ji welatan ji wan Rûsiye, Brîtanya, Fransa, Uman, Yemen, Komara Azerbaycanê, Pakistan. Efxanistan, Sûriye, Tirkiye, Şîlî, Sengapût, Koreya Başûr û Ermenistanê êrîşa têrorîstî ya Ehwazê şemezar kirine û hevxemiya xwe digel dewlet gelê Îranê û malbatên şehîdên vê bûyera têrorîstî ragihandine.