Eyad Ellawî: Adil Evdilmehdî bijareyeke baş ji bo serokwezîrtîya Iraqê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i296426-eyad_ellawî_adil_evdilmehdî_bijareyeke_baş_ji_bo_serokwezîrtîya_iraqê_ye
Eyad Ellawî serokê Hevalbendîya Al Wetenîye ku partîya wî karî 20 kursîyan di encama hilbijartinên parlimana Iraqê de b idest bixe, derbarê serpkwezîrê bê yê Iraqê de got ku berbijarîya Adil Evdilmehdî ji bo vê postê bijareyeke baş e, herçend ku hela jî şansê Heyder Ebadî heye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 29, 2018 07:04 Asia/Tehran
  • Eyad Ellawî: Adil Evdilmehdî bijareyeke baş ji bo serokwezîrtîya Iraqê ye

Eyad Ellawî serokê Hevalbendîya Al Wetenîye ku partîya wî karî 20 kursîyan di encama hilbijartinên parlimana Iraqê de b idest bixe, derbarê serpkwezîrê bê yê Iraqê de got ku berbijarîya Adil Evdilmehdî ji bo vê postê bijareyeke baş e, herçend ku hela jî şansê Heyder Ebadî heye.

Eyad Ellawî li hevpeyvîna digel kanala Firat News a Iraqê herwiha got: Adil Evdilmehdî ser bi hîç komekê va nîne û peywendîyên baş digel hemî partîyên iraqî re hene, lewma ew dikare bbie berbijarê hemî koman.

Ellawî herwiha got: Rikeberîya teqil li ser posta serokwezîrîtîyê, wê di navbera Heyder Ebadî û Adil Evdilmehdî da be.

Serokê Hevalbendîya Al Ewtenîyê derbarê serokomarê bê yê Iraqê de jî got ku gellek nav hatine hilêxistin ku Berhem Salih yek ji wan e, Salih yek ji kesayetîyên hêja di warê exlaq û pirofişinalbûnê de ji bo vê post ye û hêvî dikim ku kurd li ser berbijarekî yekgirtî lihev bikin.

Şayanî gotinê ye ku Hevalbendîya Avakirinê ku ji Hevalbndîyên Dewleta Qanûnê û Fethê pêk hatîye şeva buhurî bi Adil Evdilmehdî re wekî berbijarê serokwezîrtîya Iraqê lihev kirin.