Waliyê Neynewaya Iraqê daxwaza berfirehkirina peywendiyan bi Îranê re kir
Waliyê Neynewayê li bakurê Iraqê roja îniyê li hevdîtina bi Murteza Îbadî serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê, daxwaza berfirehkirina peywedniyên du welatan kir.
Nofil Hemadî her wiha tevî vexwendina şîrketên îranî bo beşdariya li avedankirina parêzgeha Neynewayê ser lidarxistina nîşangehên îranî li Mûsilê navenda vê parêzgehê teqez kir.
Îbadî jî li vê hevdîtinê hêvî kir ku gel û dewleta Iraqê çawa ku bi yekitî û hevdilî li şerê li hember koma terorîstî ya DAIŞê bi ser ketin li avedankirina Iraqê jî dê bi ser kevin.
Ebî Seîd serokê zanîngeha Mûsilê jî roja îniyê li hevdîtina bi serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê elaqeya vê zanîngehê bo hevkariya zanistî û hîndekariyê bi zanîngehên îranî xûyand û ser amadetiya zanîngeha Mûsilê bo pêkanîna kursiya ziman û wêjeya farisî teqez kir.
Ebî seîd Her wiha li vê hevdîtinê daxawza hevkariya navendên zanistî û zanîngeha Komara Îslamî ya Îranê bi zanîngeha Mûsilê bona pergalkirina pirtûkxana vê zanîngehê kir.
Îbadî jî li vê hevdîtinê li bara amdetiya Îranê bona damezrandina peywedniyên zanîngeheî tev zanîngehên Iraqê agahî da.
Serkonsûlê Îranê li Hewlêrê bona hevdîtin û gotûbêja tev rayedarên parêzgeha Neynewayê sefera vê parêzgehê kiriye.