Fermandê operasyona Besrayê ya Iraqê hat wêdebirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i296384-fermandê_operasyona_besrayê_ya_iraqê_hat_wêdebirin
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro pêncşemiyê, Cemîl Kamil El-Şimrî, fermandê operasyona Besrayê wêde bir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 27, 2018 15:59 Asia/Tehran
  •  Fermandê operasyona Besrayê ya Iraqê hat wêdebirin

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro pêncşemiyê, Cemîl Kamil El-Şimrî, fermandê operasyona Besrayê wêde bir.

 Nivîsgeha serokwezîrtiya Iraqê bi ragihandina vê nûçeyê destnîşan kir ku El-Şimrî ji niha şûn de wek serokê zanîngeha  berevaniyê ya lêkolînên  eskerî yên Iraqê dê xebatê bike.

 Çavkaniyên iraqî raghandin ku sertîpê erknatiyê Reşîd Felîh wek fermandê nû yê operasyona Besrayê were nasandin.

  Gelê Besrayê ku sê mehan berî niha nerazîbûnên gelanî yên parêzgehên  başûrî û navendî yên Iraqê ji ber rewşa aloz a gîhandina xizmetan, kêmasiya  iliktrîkê, şorbûn û kêmasiaya vê, gendelî û lawaziya  dewletê bo dabînkirina  hevcetiyên  seretayî destpê kiribûn, ev çend roj in ji sêşemî, 4 Îlonê ve cardinê û vê carê bona protestokirina  şorbûn û qirêjbûna avê ku heya niha li encama wê bi sedan kes mesmûm bûne, derketin kollan û çarsiyan.

 Li vê navberê, hin kesên  xirabkar bi kavilkirin  û agirberdana  avahiyên dewletî, meqerên  hêzên Heşda Şebî û avahiya  konsûlgeriya Îranê, hewl dan ku riya  nerazîbûnan bixalifînin.

  EV kiryara  hovane ji aliyê rayedar û gelê Iraqê ve bi awayekî berfireh hat protesokirin.

 Wezîrê karên dreve yê Iraqê, yekşemiyê 9 Îlonê li peyamekê xitabî gelê Îranê armanca van kesên şerût ên Besrayê  alozkirina  peywedniyên  du gelên Îran û Iraqê da zanîn.

  Îbrahîm Ceferî her wiha teqez kir ku viyana dewleta Iraqê bona şopandin û girtina  sebebkarên  destdirêjiya ser konsşlgeriya Îranê li Besrayê cidî ye.

 Birêvebirên  xwenîşandana  nerazîbûnê li Besrayê jî Şemiyê 8 Îlonê li daxûyaniyekê îstifada xirab a alozîçêkiran ji xwestekên wan şermezar kir û destnîşan kir ku yên alozîçêkirbi partiya  têkçûyî ya Besê û koma terorîstî ya DAIŞê di peywendiyê de ne.

 Ebûmehdî El-Muhendis, alîkarê Rêxistina  Heşda Şebî jî ragihand ku  vê rêxistinê hin lêzanî hene ku nîşan dide balyozxana  Emerîka û konsûlgeriya vî welatî li nearamiyên  vê dawiyê li Besrayê dest hebûne.