Fermandê operasyona Besrayê ya Iraqê hat wêdebirin
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro pêncşemiyê, Cemîl Kamil El-Şimrî, fermandê operasyona Besrayê wêde bir.
Nivîsgeha serokwezîrtiya Iraqê bi ragihandina vê nûçeyê destnîşan kir ku El-Şimrî ji niha şûn de wek serokê zanîngeha berevaniyê ya lêkolînên eskerî yên Iraqê dê xebatê bike.
Çavkaniyên iraqî raghandin ku sertîpê erknatiyê Reşîd Felîh wek fermandê nû yê operasyona Besrayê were nasandin.
Gelê Besrayê ku sê mehan berî niha nerazîbûnên gelanî yên parêzgehên başûrî û navendî yên Iraqê ji ber rewşa aloz a gîhandina xizmetan, kêmasiya iliktrîkê, şorbûn û kêmasiaya vê, gendelî û lawaziya dewletê bo dabînkirina hevcetiyên seretayî destpê kiribûn, ev çend roj in ji sêşemî, 4 Îlonê ve cardinê û vê carê bona protestokirina şorbûn û qirêjbûna avê ku heya niha li encama wê bi sedan kes mesmûm bûne, derketin kollan û çarsiyan.
Li vê navberê, hin kesên xirabkar bi kavilkirin û agirberdana avahiyên dewletî, meqerên hêzên Heşda Şebî û avahiya konsûlgeriya Îranê, hewl dan ku riya nerazîbûnan bixalifînin.
EV kiryara hovane ji aliyê rayedar û gelê Iraqê ve bi awayekî berfireh hat protesokirin.
Wezîrê karên dreve yê Iraqê, yekşemiyê 9 Îlonê li peyamekê xitabî gelê Îranê armanca van kesên şerût ên Besrayê alozkirina peywedniyên du gelên Îran û Iraqê da zanîn.
Îbrahîm Ceferî her wiha teqez kir ku viyana dewleta Iraqê bona şopandin û girtina sebebkarên destdirêjiya ser konsşlgeriya Îranê li Besrayê cidî ye.
Birêvebirên xwenîşandana nerazîbûnê li Besrayê jî Şemiyê 8 Îlonê li daxûyaniyekê îstifada xirab a alozîçêkiran ji xwestekên wan şermezar kir û destnîşan kir ku yên alozîçêkirbi partiya têkçûyî ya Besê û koma terorîstî ya DAIŞê di peywendiyê de ne.
Ebûmehdî El-Muhendis, alîkarê Rêxistina Heşda Şebî jî ragihand ku vê rêxistinê hin lêzanî hene ku nîşan dide balyozxana Emerîka û konsûlgeriya vî welatî li nearamiyên vê dawiyê li Besrayê dest hebûne.