Pêgiriya Heyder Ebadî li ser pêwîstiya jinavbirina têrorîstan
Îlon 26, 2018 16:00 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê li ser jinavbirina tam a têrorîstan li welatên navçeyê pêgirî kir.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê Sêşemiyê bi şev hişyarî da ku xetera têrorîsmê hema wisa li dijî welatên cîhanê ye û welatên navçeyê divê herî zû têrorîstan ji nav bibin.
Serokwezîrê Iraqê got: Komên têrorîst hewil didin ji riya Sûriyê bikevin nav Iraqê û li çola Enbarê, Cizîra Nêynewayê û hin navçeyên Selahedîn û Hevîcê bi cih bibin.
Ebadî her wiha got: Têrorîstan heta niha nekarîne bi riya rêxistinekê va xwe li Iraqê organîze bikin.
Endamên revyayî yên DAIŞê j Kanûna 2017an va ku dawiya hebûna vê koma têrorîst li Iraqê hat ragihandin, car caran hin êrîşan li hin navçeyên Iraqê pêk tînin.