Pêgiriya Heyder Ebadî li ser pêwîstiya jinavbirina têrorîstan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i296357-pêgiriya_heyder_ebadî_li_ser_pêwîstiya_jinavbirina_têrorîstan
Serokwezîrê Iraqê li ser jinavbirina tam a têrorîstan li welatên navçeyê pêgirî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 26, 2018 16:00 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Heyder Ebadî li ser pêwîstiya jinavbirina têrorîstan

Serokwezîrê Iraqê li ser jinavbirina tam a têrorîstan li welatên navçeyê pêgirî kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê Sêşemiyê bi şev hişyarî da ku xetera têrorîsmê hema wisa li dijî welatên cîhanê ye û welatên navçeyê divê herî zû têrorîstan ji nav bibin.

Serokwezîrê Iraqê got: Komên têrorîst hewil didin ji riya Sûriyê bikevin nav Iraqê û li çola Enbarê, Cizîra Nêynewayê û hin navçeyên Selahedîn û Hevîcê bi cih bibin.

Ebadî her wiha got: Têrorîstan heta niha nekarîne bi riya rêxistinekê va xwe li Iraqê organîze bikin.

Endamên revyayî yên DAIŞê j Kanûna 2017an va ku dawiya hebûna vê koma têrorîst li Iraqê hat ragihandin, car caran hin êrîşan li hin navçeyên Iraqê pêk tînin.