Ebadî: Êrîşa têrorîstî li Ehwazê kiryareka tirsokane bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i296332-ebadî_Êrîşa_têrorîstî_li_ehwazê_kiryareka_tirsokane_bû
Serokwezîrê Iraqê Sêşemiyê bi şev êrîşa têrorstî ya Ehwazê kiryareka tirsokane da zanîn û ew şermezar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 26, 2018 06:14 Asia/Tehran
  • Ebadî: Êrîşa têrorîstî li Ehwazê kiryareka tirsokane bû

Serokwezîrê Iraqê Sêşemiyê bi şev êrîşa têrorstî ya Ehwazê kiryareka tirsokane da zanîn û ew şermezar kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê got ku ev cûre kiryarên hovane li aliyê komên têrorîst ên ser bi tevgerên zêdegav va pêk tê tên.

Serokwezîrê Iraqê têrorîsm wek kêşeyeka navneteweyî da zanîn û ji hemî welatan xwest ku ji bo jinavbirina têrorîsmê hevkariyê bikin.

Heta niha gellek ji welatan ji wan Rûsiye, Brîtanya, Fransa, Uman, Yemen, Komara Azerbaycanê, Pakistan. Efxanistan, Sûriye, Tirkiye, Şîlî, Sengapût, Koreya Başûr û Ermenistanê êrîşa têrorîstî ya Ehwazê şemezar kirine û hevxemiya xwe digel dewlet gelê Îranê û malbatên şehîdên vê bûyera têrorîstî ragihandine.