Hêza hewayî ya Iraqê 6 têrorîstên DAIŞ`ê kuştin
Hêzên Artêşa Iraqê ji esmîn ve baregeheke têrorîstên DAIŞ`ê li çemê Şêx Baba yê nêzîkî gundê Qaye yê ser bi bajarokê Gulale dan ber rokêtan û di encamê de şeş têrorîstên vê komê hatin kuştin.
Rêveberê Polîsê Xaneqînê Diyar Şewket li koma nûçegihahan ragihand: “Piştî berhevkirina zanyariyên bi hûrgilî li ser hejmara çekdaran û cih û stargeha wan, piştî dayîna zanyariyan ber destê hêzên Artêşa Iraqê, artêşê bi du firokeyên şêrr şeva operasyonek li dar xist.”
Li gorî gotina wî, vê sibê hêzên artêşa Iraqê û polîsê Xaneqînê gihiştin cihê bombebaranê û derket holê ku şeş têrorîstên DAIŞ`ê ji ber bombebaranê hatine kuştin û komek çek û demançeyên bêdeng, li nêzîkî termên wan hatine dîtin.”
Li gorî rapora mêdyayên iraqî, çekdarên ku hatine kuştin, heman ew çekdar in ku çend roj berî niha gundê Qaye kontrol kiribûn û pênc kes birîndar kiribûn.