Pêgirîya serokê parlimana Iraqê ser rola mêhwerî ya parlimanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i296185-pêgirîya_serokê_parlimana_iraqê_ser_rola_mêhwerî_ya_parlimanê
Mihemed Helbûsî serokê parlimana Iraqê di daxûyanîyekê de pêgirî li ser rola mêhwerî ya parlimanê di warê çaksazî û xurtkirina karê dewleta bê bi rêka pejirandina qanûnan de kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 21, 2018 12:45 Asia/Tehran
  • Pêgirîya serokê parlimana Iraqê ser rola mêhwerî ya parlimanê

Mihemed Helbûsî serokê parlimana Iraqê di daxûyanîyekê de pêgirî li ser rola mêhwerî ya parlimanê di warê çaksazî û xurtkirina karê dewleta bê bi rêka pejirandina qanûnan de kir.

Mihemed Helbûsî di hevdîtina digel Mehmûd Meşhedanî serokê berê yê parlimana Iraqê de bi wî re derbarê rêyên xurtkirina rola pejirandina qanûnan û çavdêrîya parlimanê, mijara bijartina serokomar û dewleta bê û planên têkildarî xizmetguzarîya bo gel û dabînkirina daxwazên wan de gotûbêj kir.

Ji hêla din ve, serokê parlimana Iraqê li gotûbêja bi rêya telefonê digel Mike Pompeo wezîrê karên derve yê Amerîkayê pêgirî li ser pêwîstîya bijartina dewleta bê ya Iraqê dûrî bandora alîyên bîyanî kir û got: Iraqî dê xwe derbarê dewleta bê de biryarê bidin.

Ehmed Mehcûb berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî duh di daxûyanîyekê de ragihand ku destwerdana li karên nvxweyî yên welatî wî nayê qebûlkirin û xwest ku rêz li vîna gelê Iraqê bê girtin.