Nerazîbûna Bexdayê li hemberî destwerdana sefîrê Ingilîsê li karên navxweyî yên Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i296155-nerazîbûna_bexdayê_li_hemberî_destwerdana_sefîrê_ingilîsê_li_karên_navxweyî_yên_iraqê
Wezîrê karên derve yê Iraqê ji ber helwesta sefîrê Ingilîsê derbarê dewleta nû ya Iraqê de, matmayîna xwe nîşan da û ji ber destwerdana wî li karên navxweyî yên Iraqê nerazîbûna xwe nîşan da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 20, 2018 14:21 Asia/Tehran
  • Nerazîbûna Bexdayê li hemberî destwerdana sefîrê Ingilîsê li karên navxweyî yên Iraqê

Wezîrê karên derve yê Iraqê ji ber helwesta sefîrê Ingilîsê derbarê dewleta nû ya Iraqê de, matmayîna xwe nîşan da û ji ber destwerdana wî li karên navxweyî yên Iraqê nerazîbûna xwe nîşan da.

Mihemed Mehcûb berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê îro di daxûyanîyeke fermî de, ji ber destwerdana sefîrê Ingilîsê li Bexdayê li karên navxweî yên Iraqê nerazxîbûna xwe nîşan da.

Di vê daxûyanîyê de hatîye ku wezareta karên derve ya Iraqê ji ber peyama bi rêya Twwiterê ya Jon Wilks sefrê Ingilîsê li Bexdayê û axavtina wî derbarê esasa erka dewleta bê ya Iraqê de heyirîmayîna xwe nîşan da.Jon Wilks îro li peyameke bi rêya Twwiterê ku carekê bi zimanê ingilîsî û carekê jî bi zimanê erebî weşand, nivîsî ku min sefîrê Îranê ji bo axavtineke zelal derbarê alûgurên herî dawîyê yên Iraqê de vexwend. Me li hev kir ku dewleta bê ya Iraqê divê zixmetguzarîyan çêtir bike û ji bo gelê Iraqê derfetên karkirinê pêk bîne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê herwiha got ku ev wezaretxana pêgirîyê dike ku biryara pêkanîna dewleta Iraqê, tenê biryareke netewî ye û erka ku dane dewletê, gel sipartîyê.