Şêwirîna serokwezîrê Iraqê bi eşîr û şêxên parêzgeha Besrê re
Serokwezîrê Iraqê li sefera xwe ya bo parêzgeha Besrê li başûrê vî welatî, bi şêxên eşîran û serokeşîrên vê parêzgehê re hevdîtin pêk anî û gotûbêj kir.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya kanala televîzyonî ya Al Iraqiyê, Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê li vê hevdîtinê li ser xwestekên qanûnî yên welatiyên iraqî yên rûniştiyê Besrê û herwiha çareserkirina pirsgirêka gihandina avê, bi rayedarên vê parêzgehê re şêwirî.
Heyder Ebadî, duh duşemiyê li serokatiya taximeka ji wezaretan ji bo çavdêriya li ser kiryarên ji holêrakirina qeyrana li Besrê, derbasî vê parêzgehê bû.
Parlimanterên Iraqê li civîna awarte ya şemiya buhurî ji dewletê xwestibûn, komîteyeka pêkhatî ji wezîran bi desthilatdariyên tam û bi pişkdarîya serokwezîr bixwe li vî bajarî bicih bike û karek jibo çareserkirina qeyrana Besrê bike.
Bi giranbûna qeyrana li Besrê, hin hevalbendiyên hilbijartinên Iraqê, Heyder Ebadî û dewletê tawanbar kirin ku sersarî kiriye û nikare qeyrana Besrê çareser bike û xwestin ku dewleta Iraqê îstîfa bike.
Besre di van hefteyên dawiyê de bibû qada xwenîşandana gel bona nîşandayîna nerizamendiya li hember bêkarî, kêmbûna xizmetên giştî û tenahiyê, kêmbûna av û ceryanê û gendeliya li saziyê dewletê.