Bermayîyên DAIŞ`ê êrişî Kerkûkê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295803-bermayîyên_daiŞ_ê_êrişî_kerkûkê_kirin
Paşmayiyên terorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Kerkûkê li bakûrê Iraqê êrişî gundekî kirin û du kesên sivîl ên iraqî kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 11, 2018 12:13 Asia/Tehran
  • Bermayîyên DAIŞ`ê êrişî Kerkûkê kirin

Paşmayiyên terorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Kerkûkê li bakûrê Iraqê êrişî gundekî kirin û du kesên sivîl ên iraqî kuştin.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Xwendekarên Îranê (ISNA), endamên DAIŞ`ê êrişî ser gundê El Hewayicê ser bi Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê kirin.

Terorîstên DAIŞ`ê duh jî (duşemê) jî çar welatiyên iraqî li parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê kuştin.

Teqînek jî roja duşemiyê li parêzgeha El Enbarê li rojavaya Iraqê qewimî ku di encamê de polîsek hate kuştin û sê kes birîndar bûn. Li gorî raporan endamên DAIŞ`ê sebebkarên sereke yên vê êrişê bûne.

Di eynî demê de hêzên Heşda Şeibî, bargeheka leşkerî ya terorîstên DAIŞ`ê li navça Cibal Hemerînê li rojhilata parêzgeha Selahedînê li bakûra Iraqê têk birin.

Endamên reviyayî yên DAIŞ`ê ji Kanûna 2017`an ku bi dawîhatina hebûna leşkerî ya vê koma terorîst li Iraqê hate ragihandin, hin caran li hin navçeyên vî welaî hin êrişan pêk tînin.