Ebadî: Em li dijî êrişa ser navendên dîplomatîk in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295772-ebadî_em_li_dijî_êrişa_ser_navendên_dîplomatîk_in
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li şarê Besrê got ku li dijî her cure êrişa ser konsulxane û navendên dîplomatîk e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 10, 2018 12:48 Asia/Tehran
  • Ebadî: Em li dijî êrişa ser navendên dîplomatîk in

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li şarê Besrê got ku li dijî her cure êrişa ser konsulxane û navendên dîplomatîk e.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ebadî ku ji bo hilkolandina rewşa herî dawîyê ya Besrê îro derbasî vî şarî bû, li civîneke çapemenîyê pêgirî li ser neyarîya li hemberî êrişa ser navendên dîplomatîk kir û ragihand ku ev yeka nayê qebûlkirinê.

înîyê şevê komekê ser navê nerazîbûna li hemberî rewşa bêserûber a xizmetguzarîyan, êrişî konsulxana Komara Islamî ya Îranê li Besrê kirin ku di encamê de agir berdan avahîya konsulxana Îranê.

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku ji bo cihanîna biryarên Civata Wezîran hatîye vî şarî û bal kişand ser neramîyên vê dawîyê li Besrê û got ku bêyî ewelhîyê xizmet nayê rabekirinê.

Parêzgeha Besrê di hefteyên vê dawîyê de bûye meydana xwenîşandana gelê nerazî li hemberî bêkarî, guncavnebûna xizmetên giştî, kêmasîya av  ûceryanê û gendelîya li sazîyên dewletê.

Di encama xwenîşandanên hefteya buhurî li bajarên parêzgeha Besrê de heta niha zêde ji 10 kesî hatine kuştinê û nêzîkî 150 kes jî birîndar bûne.