Aramî vegeryaye bajarê Besraya Iraqê
Piştî vegeryana aramiyê bo bajarê Besrayê li Iraqê, gelê vî bajarî bi rakirina hin alayên welatê xwe şadî û kêfxweşiya xwe dan diyarkirin.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB News`ê, Cemîl El-Şumarî fermandê ewlehiyê yê Besrayê got: Ji dema derbasbûna hêzên ewlehiyê nava Besrayê aramî û ewlehî li vê b parêzgehê tê dîtin û me bernameyeke tam û tekûz bo şandina dubare ya hêzan heye.
Sed El-Eydanî fermandarê Besrayê jî bal kişand ser vê yekê ku hemî xwenîşanderan êriş û agirberdana navendan û gîhandina ziyanê li bajêr şermezar kirin û ji wan gişkan xwest ku bila ji bo parastin bajêr hewl bidin.
Besra li heftiyên derbasbûyî şehedê xwenîşandana gel bona protestokirina bêkarî, li jêrbûna asta xizmetên giştî û tenahiyê, kêmasiya av û cereyanê li saziyên dewletî bûye.
Wezareta tendrustiyê ya Iraqê raghand: Hejmara goriyên nearamiyên Besrayê li rojên derbasbûyî 15 kes hatin kuştin û 190 kes jî birîndar bûn.