Aramî vegeryaye bajarê Besraya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295762-aramî_vegeryaye_bajarê_besraya_iraqê
Piştî vegeryana aramiyê bo bajarê Besrayê li Iraqê, gelê vî bajarî bi rakirina hin alayên welatê xwe şadî û kêfxweşiya xwe dan diyarkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 10, 2018 10:53 Asia/Tehran
  •  Aramî vegeryaye bajarê Besraya Iraqê

Piştî vegeryana aramiyê bo bajarê Besrayê li Iraqê, gelê vî bajarî bi rakirina hin alayên welatê xwe şadî û kêfxweşiya xwe dan diyarkirin.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB News`ê, Cemîl El-Şumarî fermandê ewlehiyê yê Besrayê got: Ji dema derbasbûna  hêzên ewlehiyê nava  Besrayê aramî û ewlehî li vê b parêzgehê tê dîtin û me bernameyeke tam û tekûz bo şandina dubare ya hêzan heye.

  Sed El-Eydanî fermandarê Besrayê jî bal kişand ser vê yekê ku hemî  xwenîşanderan êriş û agirberdana  navendan û gîhandina ziyanê li bajêr şermezar kirin û ji wan gişkan xwest ku bila ji bo parastin bajêr hewl bidin.

 Besra li heftiyên  derbasbûyî  şehedê xwenîşandana gel  bona protestokirina bêkarî,  li jêrbûna  asta xizmetên  giştî û tenahiyê, kêmasiya  av û cereyanê li saziyên dewletî bûye.

 Wezareta tendrustiyê ya Iraqê raghand: Hejmara goriyên nearamiyên  Besrayê li rojên  derbasbûyî 15 kes hatin kuştin û 190 kes jî birîndar bûn.